Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18’ê Îlonê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me

&- Hêzên Gerîlla ji Xakûrkê, heta Agirî, Amed û Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêkanîn.

&- Li Colemêrg û Betlîsê di navbêra artêşa Tirk a dagirker û hêzên Gerîlla de şer derket, li navçeyên Amed Lîce û Hezroyê jî operasyona leşkerî pêkhat.

&- Di Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Amedê de, Hevserokê PENa Kurd Samî Tan anî ziman ku qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman, wêje û nasnameya Kurdan.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî OK, got: Dagirkerî ne tenê li ser hin şaredariyan e, dagirkeriya tevahiya vîna gelê Kurd e. Pêwiste berxwedana Amed, Wan û Mêrdînê bi tenê neyê hiştin.

&- Desthilatdariya faşîst ya AKP/MHP, şaredariya navçeya Erzirom Qereyazî jî desteser kir û di dewsa havşaredar Melîke Goksu de qeymeqamê navçeyê erkdar kir.

&- Komxebata ku li Mêrsînê bi pêşengiya TJA û HDPê civîna jinê hate lidarxistin bi dawî bû, di encamnameya civînê de hate diyarkirin ku bi têkoşîna jinê penabertî dikare bi dawî bibe.

&- Hevserokatiya KCDK-E, bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd, û gelên li Tikriyê teva kir ku di 21ê Îlonê de, li Maastrîchê kom bibin û li dijî faşîzma AKP/MHPê dengê xwe bilind bikin.