Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18ê Mijdarê 2020 ÇARŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, NPGê, fermandarê gerîlla Yilmaz Dersim bi bîr anî û got, fermandarekî Apoyî bû, ku astengî nas nedikir’
&- Hevserokê KONGA GEL Remzî Kartal got; Li hemberî tevgera azadiyê konsepteke piralî tê meşandin.
&- Şandeya KNK’ê, di çarçoveya hevdîtinên bi sazî, rêxistin, partî û kesayetên Kurd re li Başûr dewam dike.
&- Li Stenbolê, bi operasyona qirkirina siyasî ya li dijî rêveberên HDP’ê û TUAY-DER’ê, Polîsên dewleta Tirk 6 kesên din jî destgîrkirin.