Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, didome.

&- Li Heftanînê hêzên gerîlla bi çalakiyekê, çûn ser çeperên dagirkeran û du çeper rûxandin û 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên di çeperan de jî hatin kuştin.

&- Ji fermandarên HPGê Heqî Armanc anî ziman ku faşîzma tarî li dijî tevgera azadiyê êrîşeke mezin daye destpêkirin û got, tevgera me ji şervanên fedaî pêk tê. Yên ku fedaîtî dabin ber çavan, ti astengiyan nasnakin.

&- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî-QSD, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi ti awayî êrîşî Pêşmergeyan nekiriye.

&- Di ser Şehadeta Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma re 5 sal derbas bûn. Lê hîna jî keçên wê ‘lacîkên reş’ didin serê xwe.