Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 19ê Nîsanê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çendsernûçeyên me…
&- Rayedarên Dewleta tirk îro jî, serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, red kirin û hevdîtin asteng kirin.
&- Rojnamevan Berfîn Bagdu û Gafê Behdînan, ji dîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên li ser têkoşîn û serketinê nivîsek dirêj amade kirine.
&- Walîtiya Tirk ya li Colemêrgê, li navenda Colemêrgê, navçeyên wê Şemzînan, Gever û Rûbarok û gundên girêdayî wan, qedexe kirin.
&- Gerîllayên Azadiya Kurdistanê, li Cûdî û Şirnexê çalakî lidar xistin, di çalakiyekan de herî kêm leşkerek hate kuştin.
&- Li Stenbolê 150 rêxistinên Civakî bi navê ‘Em jiyanê diparêzin, bila hiqûq pêk were û kes nemire’ deklarasyoneke hevpar weşandin.
&-Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê (GEW) ya Elmanya piştgirî da berxwedana grevên birçîbûna Kurdan.
&- Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî tecrîdê, li bajarên Avûstûrya, Swîsre, Hollanda, Almanya û Fransayê çalakî lidar xistin.
&- Heyeteke ji Rojavayê Kurdistanê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin çêkir.