Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19’ê TEBAX’ê 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Îro, li dijî îradeya gelê Kurd, Faşîzma AKP/MHPê derbeyek pêkanîn û hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar avêtin, dora şaredariyan girtin û şaredarî xesp kirin.
&- HDP’ê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê dest daniye ser îradeya gel û li dijî faşîzmê banga berxwedanê kir.
&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan behsa hevdîtina dawî kirin û gotin; Rêber Ocalan gotiye; Divê Tirkiyê nekevê xefka şerê Kurd û Tirkan.
&- Li 29 bajaran, di operasyonên qirkirina siyasî de ji 500ê zêdetir kesî hatin binçav kirin.
&- Hevserokatiya KCDK-E, li dijî xespkirina şaredariyên HDPê banga çalekiyan kir.
&- CHP jî li dijî darbeya ku li şaredariyên HDP’ê pêkhat got, li dijî îradeya gel darbe pêk hat û AKP’ê riya faşîzmê hilbijart.