Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19’ê Îlonê 2019 PÊNŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me

&- Hêzên Gerîlla ji Xakûrkê heya Heftanîn û Çelê’ li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêkanîn.

&- Mîlîsên Tevgera Şoregerên Yekbûyî ya Gelan HBDH’ê şewata li fabrîkaya Tuzla’yê girt ser xwe û got, ji ber kû kamûflajê leşkerî û gelek madeyên kîmyewî çê dikir, bûye hedefa hêzên me.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyarkirin kû ku li Efrîn û Babê 8 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

&- Nerazîbûn û dengvedana desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê, li derveyî welat berdewam dike.

&- Li ser wargeha penaberan a Maxmûrê, 64 roj in ambargoya çekdarên PDKê didome û Dayîkên aştiyê yên wargehê jî, 19 roj in, li dijî ambargoyê di nava çalakiyê de ne.

&- Wezareta Parastinê ya Emerîka diyar kir kû wê bi QSD’ê re di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevkariya xwe bidomînin.