Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19ê Cotmehê 2020 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja, bûltena xwe pêşkêş bikiin, did estpêkê de çennd sernûçeyên me û dibêjin dem dema azadiya Rêber Ocalan e,

&- Malbata Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.

&- Endamê Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Felîx Padel diyar kir ku gelê Kurd, ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf ya demokrasiyê pêşkêş kiriye.

&- Rûniştina ji bo “azadiya Rêber Ocalan”, ya nunerên saziyên Kurdistaniyan li Fransa bajarê Strasboûrgê di hefteya duyemîn de dewam dike.

&- Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, di pîrozbahiya 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê ya Rihayê de axivî û diyar kir ku aştî, bi birêz Ocalan pêkane.

&- Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrahman Er, ku li Başûrê Kurdistanê bi awayekî bê hiquqî bi cezayê dardekirinê hatine ceza kirin bang li raya giştî kirin.