Hewldanên Ocalan a ji bo aştî û çareseriyê li bin guhê konsepta tasfiyeyê û rizandina bi tecrîdê ya dewleta Tirk diketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004’an de li ber biryaranekê bû.
Dewleta Tirk bi rêya rejîma ku li Îmraliyê ava kir, tecrîd û îzolasyon mayinde kir û konsepta rizandin û tasfiyeyê xiste dewrê. Guh neda pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û çarseriyê û siyaseta tunekirina gelê Kurd dewam kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004’an de êdî li ber biryardanekê bû. Bi taybetî nîqaşên ku meha Sibatê li nava HPG’ê dest pê kirin, di dawiya meha Gulanê de şênber bûn.
Konseya Fermandariyê ya HPG’ê di 28’ê Gulana 2004’an de bi deklarasyonekê ragihand ku pêvajoya agirbestê ya ji 1’ê Îlona 1998’an ve dewam dikir êdî bi dawî bûye û gerîla ji ‘parastina pasîf’ derbasî ‘parastina rewa ya aktîf’ bûye. HPG’ê li ser sedema wergirtina vê biryarê jî wiha digot, “Ji bo meşandina şerê taybet ê bi armanca tunekirina gerîlayên me, leşkerên bi rengê herî qirêj hatine perwerdekirin eger ji Tûgaya Bolû tên û li Mûnzûrê operasyonê dikin, eger ji Kayseriyê tên û li Cûdî operasyonê dike, hingî HPG jî neçar e bersivê bide van hêzan. Her wiha pêkane ku şer li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe.”
Di deklarasyonê de her wiha ev daxwaz hatin kirin: “Divê dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, Rêber Apo weke temsîla îradeya gelê Kurd bê qebûlkirin, pêşî li çareseriya demokratîk bê vekirin, zêdehiya hêzên artêşa Tirk ji Kurdistanê bê derxistin, Rewşa Awarte li herêma Kurdistanê bi temamî bê rakirin, operasyonên li dijî hêzên HPG’ê bên bidawîkirin, tundiya li dijî gelê Kurd bê rawestandin û sîstema cerdevaniyê bê rakirin.”
PÊVAJOYA KU BI PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ RE DEST PÊ KIR
Kongreya 2’emîn a Kongreya Gel pêngava ku HPG’ê 1’ê Hezîrana 2004’an da destpêkir, bi rengekî fermî veguherand biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an weke ‘Duyemîn 15’ê Tebaxê’ cihê xwe di nava dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt. Piştî ku biryar li ser vê bingehê hate dayin, hêzên HPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û li dijî kiryarên tecrîdê yên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di çarçoveya ‘Mafê parastina rewa’ de çalakî li dar xistin. Ya rast, karê jinûve avakirinê yê hêzên leşkerî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd di sala 2001’ê de dest pê kiribûn. Hêzên HPG’ê hemû heta sala 2003’an di perwerdeyeke berfireh a leşkerî û teknîkî de derbas bûn û profesyonel bûn. Li hemberî gerîlayên Kurdistanê ku xwe ji bo dema nû amade dikirin, hêzên artêşa Tirk windahiyên giran dida. Di wan rojan de ku şer li Bakurê Kurdistanê giran bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî amadekariya modela nû dikir. Projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd, di 21’ê Adara 2005’an de di pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê hate ragihandin.
DERBASBÛNA LI NAVA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Konfederalîzma Demokratîk li dijî stratejiya neçareseriyê ya dewleta Tirk wê bibûya yek ji pêngavên herî bi bandor ên Ocalan. Li gorî Rêberê Gelê Kurd mîadê zîhniyeta netewe-dewletê temam bûye, çareserî jî li şûna avakirina neteweyeke serbixwe, divê di demokratîkkirina neteweyan de yanî di Konfederalîzma Demokratîk de bê dîtin. Kongreya Gel di Civîna Civata Giştî ya 3’emîn de ku di navbera 4’ê Gulanê û 21’ê Gulanê de li dar xist, projeya Konfederalîzma Demokratîk bi berfirehî nîqaş kir û veguherand Peymana Koma Komalên Kurdistanê.
Li gorî peymanê, gelê Kurd ji bo sîstema konfederal ava bike divê ji aliyê siyasî, civakî, çandî û aborî ve ji gund û kolanan dest pê bike û komun û meclîsên xwe ava bike. Kongreya Gel sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê weke îradeya herî bilind a demokratîk a gel û meclîsa qanûndanînê qebûl kir.
OCALAN ÎNSIYATÎF DA
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Gulana 2005’an de dema ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, biryarek dîrokî ji wan re ragihand. Abdullah Ocalan bi van gotinan vedigot ku ew ji navberê vekişiya ye û biryara şer an jî aştiyê ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re dihêle: “Ji bo aştî pêk were min beriya şeş salan rica kir. Ev yek pêk anîn, min jî got rawestin, dibe ku dewlet gavekê biavêje, bi rastî jî min ji vê bawer kir. Hevalan xwe vekişandina Başûr. Sekneke bi dîsîplîn, bi rûmet nîşan dan. Wan pîroz dikim. Lê belê ya ku min ji dewletê hêvî dikir nebû. Dewlet li benda DYE’yê ye, siyaseta tunekirinê hîn jî di rojevê de ye. Hevalên me bi rûmet û hevrêtî tevgeriyan, lewma spasiya wan dikim, minetdar im. Ji niha û pê ve daxwazeke min ji wan nîne. Ne dibêjim şer bikin, ne jî şer nekin. Ew ê stratejîk û taktîka xwe diyar bikin. Bila nebêjin ‘Serok wiha got, ev ferman da’. Ez bi taybetî û bi hesas ji komên şer re wiha dbêjim; têkildarî parastina aktîf li gorî pêwîstiyên demokratîk biryarê ji we re dihêlim. Eger dixwazin dikarin vekişin Başûr, eger dixwazin dikarin tevlî jiyana sivîl bibin, eger dixwazin dikarin şer bikin, her tişt bi îradeya wan ve girêdayî ye. Ez dibêjim; ne ez lê belê îradeya we diyarker e. Eger hunera we heye û ji destê we tê, eger hûn dibêjin, ‘ez dikarim lehengiyan bikim’ hûn zanin. Eger hûn nikarin xwe biparêzin wê demê nekin. Eger hûn dibêjin ‘na, ez ê bikim’ wê demê bikin.”
QANÛNÊN 1’Ê HEZÎRANA 2005’AN DI DEWRÊ DE NE
Dewleta Tirk ku li pêşberî şerê li Kurdistanê û li hemberî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tengav bû, di sala yekemîn a Pêngava 1’ê Hezîranê de bi konsepteke nû ya li Îmraliyê xiste meriyetê, ‘Rejîma Înfazê ya bi Ewlekariya Bilind a Girankirî’ ava kir. Ji bo vê jî desthilatdariya AKP’ê ya wê demê neçar ma ku mewzûata bi salan di meriyetê de bû ji serî heta binî biguherîne. Ev rêvebernameyên nû ku weke ‘Qanûnên Ocalan’ ketin dîroka hiqûqa Tirk, bi bayê bezê ketin meriyetê û li Îmraliyê jî demeke nû dest pê kir. Tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd hate şidandin, mafên ku kêm jî be heta wê demê dihate dayin, hatin desteserkirin. Bi qanûnên nû re 12 hevdîtinên Ocalan ên bi parêzeran re hatin qedexekirin û şopandin û qeydkirina hevdîtinan li ser hevdîtinên Ocalan ên bi parêzeran re hate ferzkirin. Êdî wezîfedarekî di hevdîtinan de amade bû, teybek qeydkirinê datanî ser maseya hevdîtinê û hevdîtin qeyd dikir. Her wiha notên ku parêzeran di dema hevdîtinê de digirtin dihatin desteserkirin.
HEWLDANA FETISANDINÊ YA BI FÎZÎKÎ Û ÎRADEYÎ
Li Îmraliyê ku maf hemû hatin astengkirin, bêparhiştina ji mafên xwe wê êdî bibûya parçeyek ji jiyana rojane. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konsepta nû ya lê dihate ferzkirin wiha vedigot: “Ya ku li dijî me bi cih tê anîn, hewldaneke fetisandinê ya ji aliyê fîzîkî û îradeyî ye. Vê yekê weke konseptekê dimeşînin. Ev pêkanîn li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiyê astengî ye. Dewama siyaseta îmhayê ye. Hevdîtin di van şert û mercan de nayê kirin. Hevdîtin qediya ye. Ez vê pêkanînê şermezar dikim. Ev yek înfazeke bêdaraz e. Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be.”
Konsepta nû ya li Îmraliyê kete dewrê, ji daxuyaniyên hikumeta AKP’ê yên wê demê dihate fêhmkirin ku projeyeke dewletê ye. Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan digot, “Ocalan êdî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.” Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek jî digot, “Dozên Ocalan qediyan. Êdî pêwîstî bi hevdîtinan nîne.” Ev gotinên rayedarên dewleta Tirk ji bilî nixumandina tecrîda li nava tecrîdê nedihat wateya tiştekî din. Di wê demê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 4 doz û li Tirkiyeyê jî dozeke Ocalan hîn dewam dikir.
QEDEXEYA KURDÎ Û NERAZÎBÛN
Li Îmraliyê pêkanîna ku hiqûqa gerdûnî ji nedîtî ve dihat, kiryara li dijî mirovahiyê wê di 30’ê Mijdara 2005’an biqewimiya. Havva Keser ku tevî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, bi Ocalan re bi Kurdî axivî. Rayedarên dewleta Tirk ketin dewrê û jê xwestin ku bi Kurdî neaxivin. Li ser vê yekê Havva Keser ji wan re got, “Ez ne Tirk im, bi birayê xwe re ez ê bi zimanê dayika xwe biaxivim.” Piştî ku rayedarên Tirk hişyarî dubare kirin ku hevdîtin bi Kurdî dewam nake, Rêberê Gelê Kurd jî ji xwişk û birayê xwe re got, “Dema ku hûn hatin hevdîtinê divê hûn bi Kurdî biaxivin, eger hûn ê bi Kurdî neaxivin wê demê neyên.” Ji wezîfedarên dewleta Tirk re jî got, “Hûn nikarin Kurdî qedexe bikin.”
Abdullah Ocalan di wê hevdîtiyê de diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî mafeke û bang li Kurdan kir ku ji bo Kurdî û mafên xwe yên çandî seferber bibin: “Di serî de ji bo mafê perwedeya bi Kurdî divê gelê me ji bo mafên xwe yên çandî seferber bibin. Me demên derbasbûyî dîtin ku dayikên me, ciwanan çi bi ser xistin. Gelê me di çarçoveya demokratîk de divê bikevin nava hîn bêhtir hewldan û çalakiyan. Ji xwe peymana Lozanê ne li dijî mafê perwerdeya bi Kurdî ye, berevajî, derfetê dide vî mafî. Em dijminatiyê li Tirkî nakin, divê mirov wî zimanî jî hîn bibin. Gelê me ji bo van daxwazên xwe, bêyî ku serî li tundiyê bidin, bi rêbazên demokratîk her hefteyê dikarin çalakiyan li dar bixin.”
CEZAYÊ DESTPÊKÊ YÊ HUCREYÊ
Piştî van gotinên Rêberê Gelê Kurd, Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê ku dewleta Tirk li Îmraliyê ava kir, bi hinceta ‘ferman da rêxistinê û gel ji bo raperînê sor kir’ ji bo 20 rojan cezayê hucreyê lê birî. Ocalan ku nikarîbû piştgiriya hiqûqî ji parêzeran werbigire, serlêdana îtirazê li 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kir, lê belê îtiraza wî hate redkirin. Qaşo piştî ku pêvajoya hiqûqî misoger bû, cezayê hucreyê di 1’ê Çileya 2016’an de kete meriyetê. Piştî ku kete meriyetê radyo, rojname û pirtûkên li odeya Ocalan jê hatin standin, destûr nehate dayin ku derkeve bêhnstandinê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî cezayê hucreyê di hevdîtina destpêkê ya 1’ê Sibatê de ev tespît dikir: “Eger zimanê dayikê tê qedexekirin, ev yek qirkirinek çandî ye. Girîngiya vê mijarê û perwerdeya bi zimanê dayikê divê li çapemeniyê baş û zêde bê nirxandin. Qirkirina çandî ji qirkirina fîzîkî gelekî metirsîdar e. Mafê herî xwezayî yê dayik û zarokên Kurd e ku daxwaza xwe ya di vê der barê de bi dengekî bilind bînin ziman û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin.”
Bi cezayê hucreyê re êşkenceya spî li Ocalan dihate kirin. Ev rêbaza êşkenceyê wê bi salan dewam kiribûya. Heta nava sala 2020’î wê 240 cezayên hucreyê li Abdullah Ocalan bihata birîn. Wî cezayê destpêkê yê hucreyê ku di zivistana 2006’an de hate dayin di nava gelê Kurdistanê û gerîla de bû sedema hêrseke mezin.
JI BO MIN NEMIRIN
Di salvegera 7’an a komploya navneteweyî de, di 15’ê Sibata 2006’an de Endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê û ji Fermandarên YJA Starê Viyan Soran, ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd, cezayê hucreyê û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Îmraliyê, bedena xwe da ber agir. Ji ber jinûve destpêkirina çalakiya xweşewitandinê Rêberê Gelê Kurd hêrs bû û di hevdîtina xwe ya 16’ê Sibata 2006’an de wiha digot: “Ez çalakiyê bi vî rengî napejirînim. Bila xwe neşewitînin, çima bi vî rengî dikin? Ez hurmeteke mezin nîşanî bîranîna wan didim. Divê em bijîn. Ez bimirim jî bila kes ji bo min zerarê nede xwe. Ez li vir di nava şert û mercên gelekî giran de me, lê li ber xwe didim. Mirin dibe ku gelekî hêsan be.”
Sibe: Ji bo çivîkan nebîne dar birîn