Gerilla Revşan Aşkara bi nasnav Sema Koçer, di 31’ê Adara 2020’a de li Bazîdê, di şerê li dijî hêzên dagirker de şehîd bûbû.
Gora Gerilla Rewşen Aşkara-Sema Koçer, li Gorîstana Zerve ya Sêrtê ye û dinava salekê de 2 caran rastî êrîşî hat.
Diya Gerilla Rewşen, Kûdret Aşkara bertek nîşanî êrîşan da û got; Bêdengiya Kurdan rê li ber zilmê vedike.
Dayika Kûdret, êrişa li dijî gorê, wekî bêwijdani pênase kir û got: Par jî, kevirên gora keça min şikandin. Ez çûme qereqolê û min ji wan re got, çima we kevirên gora keça min şikandine û hesab pirsî. Ji min re gotin, ‘vê carê çêkeç em ê neşkînin’ û keniyan- Min xwest dîmenên kamerayan bibînim, nîşan nedan.
Dayika Kudret, diyar kir ku wê gora keça xwe çêkir û got: Dîse êrişî gorê kirin. Ew kesên êrîşî goran dikin, bêexlaq in, bêwîjdan in. Yên ku dijminatiya me dikin, bila bi tanq û topa xwe werin, doza çi ji axê, hestî û ruhan dixwazin? Ger wê dijiminatiyê bikin, bila bi exlaqî bikin. Bila bizanin ku em, gelê Kurd paş de gavan navêjin.
Ew ji miriyên me jî ditirsin. Bila şerm bikin, cenazeyên me bêyî malbatan binax dikin. bi kargoyan, di qutiyeke biçûk de cenazeyên me didin me. Bi vî rengî dixwazin tolê hilînin û kîna xwe vedirîşîn. Eger em bi awayekî baş bersivê bidin, ewê paş de gavan biavêjin.Ew nikarin bi êrîşa li gor û gorîstanan îradeya me bişînin. Bila êdî dawî li vê hovîtiyê bînin.