2. Konferansa asayî ya Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer li hola otêla Mem û Zîn ya bajarê Silêmaniyê di saet 10:00’an de despêkir.
Konferansa jinên ciwan ya bi dirûşma, “Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibin” bi beşdariya 200 delegeyan pêk tê.
Konferans bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo tevahiya cangoriyên Kurdistanê destpê kir û paşê jî dîwana ku konferansê birêve bibe, ji aliyê delegeyan ve hate hilbijartin.
Axaftina vekirinê ya Konferansa jinên ciwan ji aliyê alîkara Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên ve hat kirin. Tara Hisên îşaret bi dagirkeriya li ser herêmê û tevahî Kurdistanê kir û got, “Herêm û Kurdistan niha dibin dagirkeriyê de ye. Ev jî qeyraneke cidî li herêmê çêdike û bandoreke nebaş li ser jinan jî dike. Nebûna jin a di nava siyasetê de jî vê rewşa xirap kurtir kiriye. Her wiha pêşî li projeyên çareseriyê yên Ocalan jî tê girtin.”
Tara bang li jinên ciwan yên beşdarî konferansê bûne jî kir ku bi hemû hêza xwe li dijî desthilatiya zilam bisekinin û bixwe xwe bikin çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bi fikir û têkoşîneke azad, jiyaneke azad biafirînin. Ji ber ancax ciwan dikarin pêşerojê diyar bikin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên derbarê jin û ciwanan de hate xwendin. Piştî xwendina perspektîfên Ocalan peyama kesayet û aliyên ku beşdarî konferansê bûne tê pêşkêşkirin.
Piştî peyaman sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên ciwan li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê Kurdistanê wê were nîşandan. Piştî navbera nîvro wê nîqaş li ser rewşa siyasî ya herêm û Kurdistanê, pirgirêkên rêxistinbûnê û çareseriyê wê werin meşandin.
Piştî nîqaşan wê hevpeymana nû ya jinên ciwan were xwendin û bikeve dengdanê. Her wiha wê plansaziya pêşerojê ya xebat û têkoşîna jinên ciwan were derxistin.
Di heman konferansê de wê jinên ciwan rêveberiyeke nû ji bo birêvebirina xebatan hilbijêre û piştî hilbijarti.
Konferans wê rojek dewam bike. Li gorî bernameya ciwanan wê heya saet 17.00’an dewam bike.