Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de serbazên rejîma Sûriyeyê Yarbay Ahmed Şerîf Ahmed (59) û Albay Ekîd Munîf Mensûr birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Um Şefîha ya Zirgana Serêkaniyê kiribûn. Di vê êrîşê de 2 serbazên rejîmê birîndar bûn, leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.
Hate diyarkirin ku di êrîşê de serbazên rejîma Sûriyeyê Yarbay Ahmed Şerîf Ahmed (59) û Albay Ekîd Munîf Mensûr birîndar bûn.
Leşker birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.