Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20ê Çile 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Çalakiya greva birçîbûnê ya ku rehîneyên siyasî û dîlên azadiyê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 55’emîn de berdewam dike.

&- KCK’ê, ji bo 4 karkerên ku 17’ê Çileyê ji kampa penaberan a Mexmûrê ji bo kar çûbûn Bexdayê lê di rê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê weşand.

&- Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûna li Girtîgehan ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan meşek pêkanîn.

&- Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, di hevdîtina bi Nêçîrvan, Mesrur û Mesûd Barzanî de, li ser Şingalê û şerê li dijî gelê Kurd û PKK’ê axivî.

&- Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser serdana Hulûsî Akar û got: Nîşaneya şer û êrişeke nû ye.

&- Komîteya Têkilî û Tifaqan