Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê Îlonê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
bûltena rojê dest pê dike, niha jî berfirehiya nûçeyên me…
&- Li Xakurkê di navbêra hêzên gerîlla û leşkerên Artêşa Tirk a dagirker de şer derket, yek ji wan fermandar, 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerilla di Pengava Şoreşgerî de darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dane, di encam de 7 leşker hatine kuştin.
&- Ji dayikên aştiyê, yên Mexmurê Kûmrî Kasim Tûnç anî ziman ku, li gund dewleta Tirk bû, li Mexmûrê jî PDK ye zilmê dikin.
&- Parlementoya Ewropa, pêşnûmaya biryaran ku li Tirkiyê desteserkirina şaredariyên HDP’ê û zexta li ser mafê mirovan rexne dike, qebûl kir.
&- Ji Fransa û Elmanyayê jî şandeyeke payebilind a ji wezaretên Karên derve li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinên xwe dewam dikin.
&- Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser 3 xalên bingehîn ku bi dewleta Tirk re lihevkirine axivî û got; wan di çarçoveya lihevkirina 3 xalan de gav avêtiye û êdî ji vir û şûn de ti gavên din navêjin. Êdî top li ber piyê Enqerê ye.
&- Pisporê Rojhilata Navîn Mûstava Pekoz, diyar kir ku komîsyona destûra bingehîn ya di Zîrweya Sê Alî ya li Enqerê, di navbera Iran, Rusya û Tikriyê de çêbû, ne stratejîk e.