Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20ê Cotmehê 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&-Rûniştina ji bo “azadiya Rêber Ocalan”, ya nunerên saziyên Kurdistaniyan li Fransa bajarê Strasboûrgê, di hefteya duyemîn de, bi nunerên TJK-E dewam dike.
&-Endama Konseya KBDH’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik, diyar kir ku li dijî şîddetê wê çalekiyên wan li çiyan û bajaran dewam bikin.
&- Navenda Ragihandina HPGê derbarê kuştina Gazi İlhan Alihan de daxûyaniyek da.
&- Ji malbatên Dag û Er ji bo Nêçîrvan Barzanî nameya vekirî şand û gotin, “bîryara darvekirna zarokên me betal bikin.”
&- Ji Parlamenta Ewropayê 68 parlamenteran, bi nameyekê bang li Serokê PE’yê Davîde Sassolî kirin ku ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, heyetekê bişîne herêmê.