Li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, 200 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Jinên ku dest bi girêva birçîbûnê kirin diyar kirin heke ew neyên berdan, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Li gorî nûçeya navendên Mafê Mirovan, 200 jinên girtî li zindana navendî ya bajarê Urmiyeyê, dijî rewşa heyî û metirsiya belavbûna vîrûsê, duh dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Li gorî eynî jêderê, jinan ji bo ku nikaribin hewcehiyên tendiristiyê bi cih bînin û bi demkî nayên berdan, ji ber sedema berbelavbûna vîrûsa koronayê, dest bi girêva birçîbûnê kirine.
Diyar bû, duh jinên ku dest bi girêva birçîbûnê kirine xwarina xwe ya nîvro rijandine û diyar kirine heke ew neyên berdan wê çalakiya xwe bidomînin.