Li gor hikûmeta Îngilîz, 200 zarokên ku daxwaza penaberiyê li Îngilistanê kiriye, winda ne. Roja Pêncşemê bi dehan saziyên xêr û bêrê, bi nameyeke vekirî ku şand ji Serokwezîr Rîshî Sûnak re, behsa “skandala parastina zarokan“ kir û banga lêpirsînêke serbixwe kir.

Wezîrê Karê Derve Rober Jenrîck, çend roj berê diyar kir ku Wezareta Karê Hundir ji Tîrmeha sala 2021’ê ta bi niha, zêdeyê çar hezar û şeşsed zarokên bêrefaqet, li otelan tên hewandin û wiha got: “440 kes winda bûne û 13 jê 16 sal nekiriye, bi temamî 200 zarok hêj winda ne.“ Ji sedî 88’ê zarok û ciwanên winda ne, Arnawid in, ji sedî 12’yê mayî jî ji Misir, Vîetnam, Pakistan, Tirkiye, Efxanistan û Hindistanê û wd. in. 

Rêxistinan, di nameya xwe de xwest ku hikûmet dawî li pêkanîna hewandina zarokan bêrefaqet li otelan bîne û xwest ku ji aliyê kesên pispor ve li zarok û ciwanan bê nihêrtin.

Tê têxmînkirin ku zarok di destê wan kesan de ne ku wan îstîsmar bikin û di rêyên xerab de bi kar bînin.

Di ser rêya Kenala Îngiliz re ketina nav welêt bi rêyên neyasayî, zêde bûye. Ji bo sînordakirina koçberiyê û dewamkirina li kontrolkirina sînorên xwe, sozekê bingehîn ê Brexîtê bû. Rexnegir, îşaret pê dikin ku ji bo yên li parastinê digerin hema bibêje tu rêyeke yasayî nîn e.

Planê hikûmetê yê piştî hatina koçberan şandina Rûandayê û kirina serlêdanê ji bo penaberiyê li wê, ji zû de ye ku di rojevê de ye.