Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 20ê GULAN 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike. Niha jî çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Reber Abdullah Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsa dan.

&- Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî diyar kir ku berxwedana dayikan ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi rûmet e.

&-Hêzên Gerîlla, li navçeya Colemêrg Çelê li dijî Qereqola Şikêrê çalakî pêk anîn.

&- Çapemeniya Tirk ku berdevkiya şer dike, îddîa kir ku artêşa Tirk ya dagirker li herêma Derya Reş dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

&- Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku ji ber mercên girtîgehê, serdegirtina koguşên çalakgerên greva birçîbûnê bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran kiriye.

&- Endamên Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê Orhan Lîtavk û Dijwar Botan, bi mebesta Meha Gûlanê, meha Şehîdan axivîn û diyar kirin ku şehîdan jiyan bi wate kirine û diyar kirin, xwedîderketina li şehîdan wezîfeya her kesî ye.

&- Raportora Tirkiyê ya Parlamena Ewropa Kati Piri, doh çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici û got: Têkoşîna min ya ji bo demokratîkbûna Tikriyê wê dewam bike.

&- Li Edeneyê di serdegirtina hemwext ya ser malan de gelek kes hatin binaçvkirin.