Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bê bersiv hiştin.

&- Di serî de li paytexta Kurdistan Amedê, Mêrdîn û Wanê berxwedana gel a li dijî dagirkirina Şaredarî û Vîna gel berdewam dike.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok jibo dagirkirina şaredariyên HDP’ê got; Divê gel li her derê rabe ser piyan û jiyanê rawestîne.

&- Li Bakûr û başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerîya dewleta Tirk, çalakîyên Gerillayan dewam dike û 5 leşker hatin kuştin.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Feraşîn, Kato Jîrka, Marînosê, li navçeya Amed Licê û li Çiyayê Cudî bi desteka hêzên hewayî operasyon da dest pêkirin.

&- Li Ewrupayê gelek Siyasetmedar û saziyên civaka sivîl kiryarên dewleta tirk şermezar kirin