Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21’ê MIJDARÊ 2019 PÊNCŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandina QSD‛ê, di roja 42mîn ya Berxwedana Rûmetê de got: Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê, li seranserî herêmê êrîşên xwe didomînin.

&- Kiryarên faşzîan yên li girtîgehên Tikriyê û Bakurê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe dewam dikin.

&- Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li hemberî qeyyûman deklarasyonek amade kir û banga hilbijartina pêşwext kir.

&- Li başûrê kurdistanê Kampanya alîkarî û boykot kirina mal û berhemên Tirkî, her ku diçe zêde dibe.

&- Dewleta Almanya ji bo ku meleyan perwerde bike, Kolejeke Îslamê vedike.