21 akademîsyen û hunermendan bang li Merkel kir û gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, zextê li Tirkiyeyê bike.”
Di nav de muzîsyen Esther Bejarano yê ji kampên Aûschwîtz ên Naziyan bi saxî filitî 21 akademîsyen û hunermend bi nameyekê ku xîtabî Serokwezîr Merkel bike parvekirin. Di nameyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza hatiye kirin ku zextê li Tirkiyeyê bike.
Piştevaniya bi daxwazên grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û piştre di serî de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûne her diçe didome. Herî dawî 21 akademîsyen û hunermendên tên naskirin ên Elmanyayê bi nameyekê xîtabî Serokwezîr Angela Mekel kirin.
Di nameyê de bal hatiye kişandina ser v an xisûsan:
“Rewaş tendurstiya aktivîstên ketine greva birçîbûn her roja diçe hê xirabtir û ji mêş ve ye rewşa krtîk derbas kiriye.
Divê Tirkiye ya li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropa ku berê îmzekiribû, tavilê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bike. Ji bo çareseriya pirsa Kurd jî dest bi pêvajoya dîyalogê ya bi rêya aştiyane bike. Her wiha divê parlementer, hevşaredar û girtiyên din ên muxalîf ên li girtîgehan bên berdan.
Daxwaz ji hikûmeta Federal dikin ku zextê siyasî li Tirkiyeyê ya ku yek ji mutefîkê wê yê herî baş e bike. Her wiha divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikeve tevgerê û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike.
Heta ku Ocalan xîtabî gel neke li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser nabe. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, wê rêya bi hezaran kesên din ên ber bi Ewropayê ve pêk were.”
Navê kesên name îmze kirî wiha ne:
Muzîsyen Esther Bejarano
*Andrea Hackbarth-Rouvel, VVN-BDA Eimsbüttel
* Serokê Komeleya Nîcos Fram Arnold Schnittger
* Endamê Meclîsa Koçbberan a Munihê Azad Yusuf Bîngol
*Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansu Özdemir
* Claudîa Kîene, VVN/BdA Hambûrg
* Seroka Federal a VVN-BdA Cornelia Kerth
* Dîrektorê Enstîtûya Lêkolînê ya Civakî a Berlîn Dr. Mario Candeias
*Dr. Mûrîel González Athenas
*Dr. Uschî Grandel
*Akademîsyen Kerem Schamberger
*Aktivîst Kersten Artus
* Berdevkê Federal a Baskên Ciwanan a Partiya Keskan Max Lucks
* Çêkerê Fîlman Peter Ott
*Prof. Norman Paech
*Çêkerê Fîlman Prof. Christoph Dreher
*Prof. Dr. Peter Brandt
*Prof. I.R. Reîner Dîederich
*Prof. Dr. Stephan Lessenîch
*Endamê Meclîsa Federa a Partiya Çep Raul Zelik
* Lîstikvan Rolf Becker