Li Îmraliyê ku Rifat Ilgaz digot, “Şert giran in, girtiyê herî xurt jî herî pir 2 salan debar kiriye”, Rêberê Gelê Kurd bi şertên giran, êşkenceya spî û bi bêhiqûqiya ku ji cîhana derve bi temamî hatî qutkirin, ev 21 sal in hewl dide ku bijî.‘’Li Îmraliyê roj girtî û şev azad bûn. Ev der dema ku mirov ji jor ve lê binere weke bihiştê, dema ku mirov dikete hundir weke dojehê bû. Li rezan werşiyên tirî. Li daran hirmî, sêv, xox û gilyaz, nametên cîhanê, wek tehmên bihiştê ne, mirovên ku ev dar û fêkî diçandina dojehî bûn, ango girtî bûn.’’ Resam Ibrahîm Balaban ku 1945’an şandin girtîgehê, wiha behsa giravê kiribû. Balaban ê ku 2019’an wefat kirî, wê sê salan li girtîgeha Îmraliyê bimaya û piştre jî wê bi firçeya xwe Îmralî biresimanda.

Di hembêza Jandarma de, yên ku ji Îmraliyê tên li wan guhdar dikim, tiştên ku digotin, min dinivisî. Çawa be rojekê ez ê xilas bibûma, kovara me derbiketa, ev tiştên ku dinivisim wê bihatana weşandin.’’
‘’Ez li hundire dimînim, Girtîgeh tije dibe û vala dibe, ji Girtîgeha Îmraliyê jî nexweşên giran dihatin, li gorî min bihistî li Giravê doktor nebûn. Midûrekî dilneşewat hebû. Nedihişt ku nexweş li revîra girîgehê jî bimînin, bi wan digirt û ew dişandan ser erdan, xebatê. Diviya hemû nexweşên girtîgehê bişandana Sultahahmed, lê tenê yên li ber mirinê dihatin, hem jî van demên dawî. Yek ji van neketiye hundir jî, li ber deriyê Girtîgehê miriye,
Ji girtiyên ku hatin agahdar bûm ku li Îmraliyê kûçekekî bi navê Pamûk heye. Ev kûçikê midûr bû…Ji şûşê avê vedixwe, xwarina wî ji tabldotatê dihat. Ji girtiyan du kes lê dinerin. Li Îmraliyê şertên jiyanê pi giran bûn. Hikimxwarî di hilberandinê de dixebitîn. Midûr digot her nexweş li revîrê bimîn kar wê çawa rê ve biçe û nexweşketin qedexe kiribû. Lê nexweşiyan guh nedida qedexeyan. Dema ku hayjixweneman û şertên giran li hev nedikirin Midûr bi fermanên tund hewl dida ku vê valahiyê dagire. Dev jê biqerin ku nexweşan bişîne Sultanahmet, ji bo rojekê nedihişt ku li revîrê jî bimîne.’’
JI BO GOTINA RIFAT ILGAZ ÇI GOT?
Serê sala 2000’î dewleta Tirk ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ‘’Rejîma Înfazê ya bi Ewlehiya Zêde ya Girankirî’’ ku ji cîhanê bi temamî qut, tecrîd lê serwer, bi nêm a girava Îmraliyê ava bikira. Ocalan ê ku 21 salên xwe li Îmraliyê bihurandî, ku li Îmraliyê deng, reng, aso, hewaya paqij û hevhîkarî hatî sînordarkirin, bi tecrîda têgihiştinî li hesekên fizîkî jî tenêtiyê dide jiyîn, hemû tiştên ku jiyaneke cihê bi bîr dixin lê hatine qedexekirin, ji tespîta Rifat Ilgaz a derheqê Îmraliyê bi rê ket û salên bihurî di hevdîtnan de li ser rewşa xwe û tendiristiya xwe wê wiha bigota:
‘’Sibehê nîv saet û piştî nîvro nîv saet rojê satekê dikarim bikim ku hewa bistîne. Dema ku dema hewastandinê kêm bû pirsgirêkên tendiristiyê destpê kirin. Nava devê min parçe bûye, hemû bûye birîn. Doktor tê lê dinere, tiştekî nake. Ev ji ber bêhewabûnê ne. Bi şev herî pir nîv saetê radikevim. Bêhna min diçike, herka ji difnê tê min aciz dike, dişewitîne.
Li odeya min pencereyek biçûk hebû, ew jî guherandin, dema ku girtî ye nikarim hewayê bistînim, dema ku vedikim jî sar e. Kirin halekî wiha yan wê tam vekirî be yan jî tam girtî be, nikarim nîvvekirî bihêlim. Dema ku girtî ye di nav çend deqeyan de dikeve halekî wiha bêhna mirov lê diçe. Dema ku tam vedibe jî hundir dibe weke qeşayê. Bi şev mecbûr dimînim ku gelek caran rabim vekim û bigirim. Ji ber vê dikim nakim nikarim rakevim. Doktorên ku hatin vir min ji wan re jî got. Gotin nexweşiyên hilmstandinê ji ber vê ne. Her wiha ji ber ku kalorifer nînin klima splît ku hundir germ dike hewayê ziwa dike. Bêvila min diherike û belxam çêdibe.
Beriya niha jî qoltixek dabûn, hinekî ortopedîk bû, ew qoltix birin û kursiyekî hişk dan. Dema ku tim li ser rûdinim probleman bi xwe re tîne, dibe sedema birînan. Hê jî serê min diwerime. Qirikiya min hê jî diêşe. Her wiha van demên dawî xurandin jî zorê dike. Li gel ku her roj serê xwe dişom jî çermê serê min dixure. Dikelpite. Her wiha paqên min û ranên min dixurin. Doktor tenê li rajen û tansiyona min dinerin.
Li cihê dixwure xwîn jê hatin, qelpik girtin û birîn nîne, lê peqikên biçûk û sor hene. Mûn naweşin. Dema dest didim lingên xwe pir xwerin. Di vê mijarê de heta niha ti doxtorekî yê çerm nehatiye vir. Divê xwe nîşanî doxtorekî çerm bikin. Navberekê doxtor hatin, lê baş venêrîn nekirin. Ji xwe doxtorê çerm nehatibû. Ji xwe ya esas ev pirsgirêk hê ji mêj ve min didin zorê. Xitimîn nîne, av jê tê, tameke êş dixe devê min û dişewite. Yataxê ku tim li ser dirazim, ji ber xirabûna yayê wê û ji hiriya hişk hatiye çêkirin, rê li ber êşana perasûyê min û pişta min vedike, ji ber baş narazim, nikarim bêhan xwe jî bidim. Yataxê min bê guhertin wê baş be.
Pirsgirêkên min ên tendurisiyê didomin. Şewitîna li gewriya min jî dewam dike. Mercên giran dewam in.Duh doxtorek hate vir. Çingîna ku ji guhê min tê bi sînûzîtê ve girê da. Sînûzîta min giran bûye, bi temamî gewrî û guh bandor dike. Doxtor anî ziman ku şewata çavê min, dîsa dem dem zoriyên ku di axaftinê de jî dikişînim bi sînûzîtê ve girê da.Weke hûn dizanin şert û mercên li vir pir giran in. Nivîskar Rifat Ilgaz jî ev yek anîbû ziman; gotibû ku du salan xwe li vir girtin jî pir girîng e. Ez bi salan im ku li vir li ber xwe didim. Ez nizanim heta çiqasê ez ê bikarim li ber xwe bidim. Ev der pir bê hewa ye, oksîjen kêm e, bi qasî pêwîst hewayê nagirim. Ji ber retûbetbûna giravê û avahiya mîmarî ya vir neyînî bandorê li tenduristiya min dike. Di vê mijarê de nizanim çi pêwîste bê kirin. Ez jî bi qasî mimkûn hewl didim bi tendurist bimînim, li tenduristiya xwe dinêrim. Nizanim wê heta kengê li ber xwe bidim, lê tevî her tiştî hewl didim li ber xwe bidim.
Min ev yek ji bo heyeta CPT û dîsa heyetên berê hate vir gotibû ev pirsgirêkên giran didomin.Heta doxtorên hatibûn vir boriya nefesê ya ku heta pişê diçe êdî miriye îflas kiriye. Heta tam ev şibandin bikar anîbû; boriha hilmijînê şibandibû boriya sobeyê ku tenî (kîl) girtiye; fireh bûye û bêkêr bûye. Spreyek dan min, wê bikar tînim. Berî ku vê spreyê bikar bînim tevî du salan min bêhn nedigirt, piştî ku min sprey bikar anî û şûnde min hinek bêhn girt. Heman demê di laşê min de hişkbûn destpê kir.”
PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên borî tevî tecrîda mutleq, êşkenceya spî û bi temamî sîstema êşkenceyê ya ji cîhanê qûtkirinê, li ser zanist, siyaset û felsefeyê xwe kûr kiriye, di mijarên mîna demokrasî, rewşenbîrî, dengeyên ekolojî, jin, parastina rewa û qadên sivîl nirxandin, analîz û berhem nivîsandine. Pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên weke pradîgma pêk xistin ku ji bo Kurdistan, Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye weke modela ‘Şaristaniya Demokratîk’, ‘Şaristaniya Demokratîk û Civaka Ekolojîk a Demokratîk’ û ‘Konfederalîzma Demokratîk’ pêşkêş kir.
Pêwîsiya Rojhilata Navîn a ku her roj kaos kûr dibe û Kurdisanê ya li ber dagirkeriya faşîzan a Tirkiye ku di bin krîzên aborî-civakî de fetisiye, li ber xwe dide bi raman û azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji ber vê Konseya Rêveber a KCK’ê 10’ê Îlona 2020’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê ji 12’ê Îlonê û şûn ve bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeiryê re; dem dema azadiyê ye’ dest bi pêngavekê dikin. KCK’ê li ser mijara çima pêwîstî bi ragihandina pêngaveke wiha heye ev tişt got:
Firsendeke bi vî rengî li pêşiya Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bi serketineke mezin ji nava vê pêvajoya avabûnê ya kaosa Rojhilata Navîn derkevin. Konseya me ya rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên me yên girîng di pêvajoyeke wiha de li hev kom bûn, derfetên serketinê û metirsiyên heyî bi berfirehî nirxandin û biryarên girîng dan. Di çarçoveya van biryaran de ji bo metirsî bên beralîkirin, ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ di 12’ê Îlonê de em dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin. Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye, ku sîstema êşkenceyê ya xwe dispêre tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û tevgera psîkolojîk a li dijî gelê Kurd, dagirkeriyê belav dike, li hundir û derve li dijî gelê Kurd û gelan zextên faşîst giran dike.