Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 22ê Sibatê, 2021ê, DUŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên…

&- HPG’ê nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

&- Piştî van dîmenan niha jî em cîh bidin gotinên gerîlayê HPGê Hogir Med ku bi xwe jî di şer de cih girtibû.

&- Li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.

&- Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajarên Tirk çalakî kirin.

&- Li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî wesayiteke dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî hate lidarxistin