Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 22ê Adarê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00, li Brûkselê 12.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me….

&- Rayedarên Dewleta Tirk îro jî, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 135an.

&- Girtiyên ji doza PKK û PAJKê, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan, deklerasyona ji 7 xalan ragihand û got: Di pêvejoya berxwedanê de, pêdivî bi derketina dadgehan nîne.

&- Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo avakirina dadgehên darizandina çeteyên DAIŞ`ê alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser.

&- Li Meclîsa Galler tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê hat nîqaşkirin.

&- Pirtûka Ocalan, “Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema xwedayên bi maske û qralên rûpêçandî”, bi zimanê Elmanî hate weşandin û pirtûk li fûara pirtûkan ya Leipzigê wê werê danasîn.

&- Li Sêrtê artêşa Tirk, bi awayekî veşartî dest bi avakirina qereqoleke nû kir.

&- Polîsên kontra yên Dewleta AKPê, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Adana Seyhanê Yalçin destgîrkirin

&- Şêrvanên QSD’ê di roja cejna Newrozê de mizgînî dan.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê doh ber êvarê ragihand ku, DAIŞ li ser xaka xwe xilas kirine.