Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22’ê TEBAX’ê 2019 PÊNŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, jibo sibe hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, carekdin serî li Serdozgeriya Bursa dan.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji radyoya me Dengê Welat re axivî, rewşa dawî û dagirkirina şaredariyan nirxand.

&- Di serî de li paytexta Kurdistan Amedê, Mêrdîn, Wanê û gelek bajarên din, berxwedana gel a li dijî dagirkirina Şaredarî û Vîna gel berdewam dike.

&- Li bakûrê Kurdistanê şer û operasyon dewam dikin û li silopiya 3 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

&- Partiya Jiyana Azad Ya Kurdistanê PJAK’ê desteserkirina şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar kir û têkoşîna gel silav kir.

&- Li seranserê cîhanê gelek Siyasetmedar û saziyên civaka sivîl, kiryarên dewleta tirk û dagirkirina vîna gel şermezar kirin