Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22’ê Cotmeha 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak, diyar kir ku civak hevdîtina bi Ocalan re wek pêkanîna aştiyê dibîne û got: Dema hevdîtin çênabin jî weke şer dizane.
&- Artêşa Tirk a dagirker agirbestê gûhdar nake û binpê dike û êrîşî gundê Catê kir.
&- Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, dazanîn ku, dewleta Tirk ji 18ê Cotmehê, roja ku agirbest hate ragihandin û hete îro, ji esman û erdê ve 37 caran agirbest bin pê kiriye.
&- Navenda Ragihandin HPGê, diyar kir ku Hêzên Gerilla, li Serhed û Xerzanê darbeyên giran li hêzên dagiker dan, 21 leşkerên dijmin hatin kuştin, tanqa li qereqolê jî hate darbe kirin.