Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22’ê MIJDARÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku hêzên Gerilla li Idirê, balafira bê mirov ya Artêşa Tirk dane erdê û dest danîne ser.

&- Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê roja 43’an ya Berxwedana Rûmetê eşkere kir û got, 15 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn e.

&- Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê diyar kir kû divê ji bo rawestandina komkujiyên Tirkiyê lêpirsîneke eşkere were vekirin.

&- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim û Şehîd Sakîne Cansiz li Edene û Mêrsînê û li paytexta Kurdistan Amedê çalakî lidar xistin.

&- Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berfireh dibin û heya niha bi sedan kes di êrişên hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane.