22 endamên Kongreya Amerîkayê nameyek ji serokê Amerîkayê Donald Trump re şand û îşaret bi xalên girîng ên vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir.


22 endamên Kongreya Amerîkayê nameyek ji serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rê kir û tê de îşaret bi xalên girîng ji vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir.

Ajansa me ANHA`yê kopiyek ji nameyê bi dest xist. Di nameyê de wiha tê gotin:

“Em vê nameyê ji te re dişînin da ku em hişyariyê der barê vekişandina hêzên leşkerî ji Sûriyê de bidin. Divê şîroveyek ji aliyê wezîr Mattis û şêwirmendê ewlehiya niştîmanî Bolton der barê vê biryarê de di zûtirîn demê de were xwestin.

Em bi te re ne ku Amerîka ne polêsê cîhanê ye. Divê tev li tu şerên bêdawî, vekirî û bêarmanc nebe. Em der barê biryara vekişandina hêzên leşkerî de bi tirs in ku dê zirarê bide berjewendiyên Amerîkayê li herêmê. Em di nava metirsiyan de ne ku dê vekişanda hêzên leşkerî ji Sûriyê, zirarê li hevalbendên me Kurdan bike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi artêşa Amerîkayê re li dijî rêxistina îslamî dema ku tu kesî li herêmê ev yek nedikir û nikaribûn bikin, şer kir.

Em di rewşeke wisa hesas de, piştî wan ku bi canê xwe dijminekî hevbeş têk bir, dev ji wan bernadin. Ev yek dê bidestxistina hevalbendan di demên pêş de asteng bike û dê hemû destkeftinên me yên mezin ku me li dijî DAIŞ`ê pêk anîne, bixe xetereyê.

Her wiha em der barê xwestekên Îran, Tirkiyê û Rûsyayê de ku aramî û ewlehiya Sûriyê tevlihev dikin, di nava metirsiyan de ne. Diyar e ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan  haziriyên dagirkeriya Bakurê Sûriyê dike. Dixwaze di operasyonên xwe de hevalbendên me Kurdan tune bikin.

Îran dê bikaranîna başûrê Sûriyê wek korîdorekê di navbera Tehran û hêzên Hizbullahê de berdewam bike. Baweriya Rûsyayê heye ku tev li hemû çalakiyên ku zirarê bigihîne berjeweniyên Amerîkayê.

Heger Amerîka di zûtirîn demê de xwe vekişîne, dê valahiyek di Rojhilata Navîn de çêbe. Ev valahî dê tevlihevî û şerekî mezin li herêmê çêke. Ev yek jî dê careke din DAIŞ û El-Qaîdeyê vejîne.

Bi kurtasî em der barê dema vekişandina hêzên Amerîkayê de bi tirs in. Em dixwazin bi awayekî aktîf nêrîna we ya girîng der barê vê biryarê de bigirin. Em li hêviya bersiva we ne.”

(bx)

ANHA