Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 23 Adarê 2021ê, SÊŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo agahiyeke lezgîn der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê wergirtin çalakiyek li dar xistin.

&- Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê ji ber wefata nivîskar Newal El-Sedawî peyamek weşand û got: “Newal bi parastina mafên jinan bû çavkaniya îlham, hêz û serbilindiyê.”

&- Meclîsa Jinê ya DAD’ê ragihand ku ew biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê nas nakin û got: “Em ê dest ji parastina rastiyê bernedin

&- Li Amedê bi hinceta tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bûne 6 kes hatin destgîrkirin.

&- Li bajarê Marsîlya yê Fransayê polîsan girtin ser mal û komeleyên Kurdan, nêzî 10 Kurd hatin destgîrkirin.

&- Ji 48 saziyên Êzidiyan ên li Ewropa yê ji bo Şingalê bang kirin