Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 23ê GULAN 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, lê pêşî çend sernûçeyên me….
&- Parêzerên Reber Abdullah Ocalan piştî hevdîtina 2ê meha Gulanê, doh sibehî çûne Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkanîn.
&- Li bejahiya Xarpetê operasyona leşkerî ya artêşa Tirk ya dagirker berdewam dike.
&- Li bajarên Amed, Bedlîs, Mêrdîn, Mêrsîn û Erziromê, Dîlokê, Ruha, Wan û Agiriyê çalakiyên dayikên laçik spî yên li dijî tecrîdê, bi tevî êrîş, heqaret û zextên polîsên rejîma faşîst berdewam kirin.
&- Li Xakûrkê, hêzên Gerîlla darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, 5 leşker hatin kutşin.
&- Di çarçoveya qirkirina siyasî de, li Sêrtê 2 kes û li Mêrsînê 7 kes hatin binavçkirin.
&- Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê gardiyanan bi ser koguşên girtiyan de girtin û pirtûk û radyoyayên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin.