Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23’ê Îlonê 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyarkir ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî lidarxistine û 3 leşker hatine kuştin.

&- Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoya li ser wargeha Mexmûrê 23 roj in li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê dikin.

&- Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, biryar da ku “Nobetên Demokrasiyê” yên li Amed, Mêrdîn û Wanê dan dest pê kirin, li Stenbolê û Îzmîrê jî li dar bixe.

&- Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş avahiya AKP’ê

&- Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bal kişand ser nerazîbûna Erdogan a ji mekanîzmeya ewlehiya sînor û got: Erdogan dixwaze herêmê dagir bike û aloziya li hundir derbixe derve.