Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23 ÎLON 2020 CARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Çalakgerên vê hefteyê yên ‘Nobeta, Ji Ocalan re Azadî’ endamên Tevgera jinên Kurd ên li Skandînavyayê ne.

&- Hêzên Gerillayên HPG û YJA Starê, darbên giran li Artêşa Tirk ya dagirker dixe, li Bektorya û Dihê 7 leşker hatin ceza kirin.

&- Koma Jinên Kurdistan KJKe jî bi pêngava KCKê ve paralel pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jinê û civaka azad e” da destpêkirin.

&- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) bi daxuyaniyek ragihand ku metirsiya darvekirinê li ser girtiyê siyasî ê Kurd Heyder Qrubanî heye.

&- Cîgirê Desteya Rêveber ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê -MXDŞ Heso Birahîm di derbarê teqîna li Şerfedîn de got; Hêzên tarî li Şingalê li pey provaqasyonan e.

&- Di rûniştinên navnetewî yên Mafê Mirovan de, hate xwestin ku li hemberî sûçên şer ên Tirkiyê dadgeheke navnetewî were avakirin.