Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23ê Kanûnê 2020 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Girtina Hevseroka KCDê Leyla Gûven, biqasî dervehî welat li Bakûrê Kurdistan û bajarên Tirkiyê jî bû sedema hêrseke mezin.
&- Jinên Komunîst ên Şoreşger -JKŞ, têkilî rehîn girtina Leyla Guven daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku derkevin qadan..
&- Partiya Îrlandayê Sînn Féin demildest daxwaza berdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 22 sal ceza lê hatî birîn kir.
&- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn biryar da û got divê bilez were berdan.
&- Berxwedana xelkê Şingalê di roja 22′ an de bi coşeke mizin didomê. Çalekiya Xelkê Şingalê li dijî bêbextiya li ser vîna Gelê Şingalê pêk hat li avahiya asayîşa Êzîdxanê didome.