Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 24 Adarê 2021ê, ÇARŞEMÎ
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me…

&- Parêzer, malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza “Hevdîtina lezgîn” îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Malbatên girtiyan ên Sêrtê têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê axivîn û banga bidawîkirina tecrîdê kirin

&- Li her qad û herêmeke cûda ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve îsal gerîlayên HPG û YJA-Starê dîsa daketin meydanan û Newroz pîroz kirin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li sînorê Sêrt û Betlîsê dest bi tevgereke leşkerî kir.

&- Meclîsa Jinan a FEDA’yê feshkirina Peymana Stenbolê şermezar kir.

&- Li Serêkaniyê ku ji hêla dewleta Tirk ya dagirker ve hatiye dagirkirin wesayiteke bombe barkirî teqiya.