Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 24ê Nîsanê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Li Imralîyê Tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam dike, û daxwaza hevdîtinê ya malbat û Parêzeran têne asten kirin.

&- Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.

&- Îro salvegera destpêkirina qirkirina gelê Ermen e..

&- Di salvegera qirkirina Ermeniyan de, li Rojavayê Kurdistanê Tabûra Ermeniyan ya Şehîd Nûbar Ozanyan hate avakirin.

&- Kurdistanî û dostên wan li Ewropa tecrîda li ser Rêber Ocalan bi çalakiyan şermezar kirin û destek dane berxwedêrên di greva birçîbûnê de.

&- Gelê Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr nerazî ye, û 140 gundên herêma Bradostê xwestin artêşa Tirk ji herema wan derkeve.