Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 24ê GULAN 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Yek ji parêzerên Ocalan parêzer Serbay Koklu, têkîlîdarî serdana dawî ya CPTê ya ji bo Îmraliyê got, divê CPT, encamên vê serdana xwe li gor hiqûqê zû parve bike.”

&- Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, li zîndanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê Berxwedana rojiya mirinê ya 30 dîlên azadiyê û berxwedana grevên birçîbûnê berdewam dike.

&- ÎHD, Baroya Edene û ÇHD, rapora li 3 girtîgehên li Çûkûrovayê amadekiribûn eşkere kirin.

&- Vedat Hasas ku li Girtîgeha Sîlîvriyê di 16’ê Çileyê de ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne got: “Divê gelê me piştgiriyê bide berxwedana birûmet a dayikên me.

&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên Gerilla de 11 leşkerên dagirker hatine kuştin.

&- Li bejahiya Xarpetê operasyona leşkerî ya artêşa Tirk ya dagirker berdewam dike.

&- Dayikên berxwedêr jî ji bo destekê bidin daxwazên zarokên xwe îro jî li Amed, Wan, Lice, Erziromê, li Stenbolê, Enqere, Edene û Mersinê li qadan bûn.

&- 44 welatiyên ku li Xelfetî û Hewengê hatine binçavkirin ev 6 roj in di bin êşkenceya dijwar de ne.

&- Li dijî êşkenceya li Imraliyê û Îzolekirina rêber Ocalan siyasetmedar û sendîkavanên Birîtanyayê nerazîbûn nîşan dan.

&- Şandeyek ji parlamanter, lêkolînerên Ewrupî û rojnamevan Thomas Seifert gihaştin Bakurê Sûriyê.