Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24’ê Îlonê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Gûhdarên hêja, Emê nûçeyên dawî pêşkeş bikin.

&- Dozgeriya Tirk, cezayê ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li 139 siyasetmedarên Kurd hatibû birrîn, erê kir.

&- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya ” Ji Ocalan re Azadî” li Strasbourgê, jinên Kurd yên li Ewropayê ne.

&- Artêşa Tirk a dagirker, li Bakûrê Kurdistanê, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li herêma Bagokê, li Şirnex û navçeya wê Bêşebabê û li navçeya Mûş Gûmgimê operasyonên leşkerî dewam dike.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

&- Bêyî tevlîkirina nûnerên rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûy Antonîo Gueterres ragihand ku komîsyona destûra bingehîn a ji bo Sûriyê hatiye ava kir.

&- Li Amed, Mêrdîn û Wanê, li dijî dagirkirina şaredariyan 37 roj e nobeta demokrasiyê û berxwedana gel berdewam dike.

&- Li Herêma Başûrê Kurdistanê, hêzên çekdar yên PDKê, bi fermana desthilatdariya herêmê, xebatên Çira TV qedexe kirin.

&- Qeymeqamê bi wekalet ê Kerkûkê Felah Xelîl, bi sûcdariya gendeliyê li ser daxwaza dadgehê hat binçavkirin.