Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24ê Mijdarê 2020 SÊŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Ciwanan li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, lihevkirina hikumeta Bexdayê û PDK’ê ya li ser Şengalê şermezar kirin.
&- Bi pêşengtiya Sîhad Barzanî hêzê PDK’ê li Sîdekan bi cih bûne
&- KJC’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li jinên ciwan hemûyan kir ku tevlî govenda azadiyê bibin û ji bo derba dawî, li faşîzmê bixin û li ber xwe bidin.
&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, derbarê çalekiyên li welat axivî û diyar kir ku berxwedana jinan bi pêşenigiya jinên Kurd bi xurtî tê meşandin.
&- Li Eyn Îsayê şerekî giran qewimî, gelek çete hatin kuştin