Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24ê Kanûnê 2020 PÊNCŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Wanê, artêşa Tirk a dagirker, bi tevlîbûna 3 hezar û 251 leşker, polîs û cerdevanan operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê bi daxûyaniyan dilgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermerzar kirin.

&- Partiya Komunîst a Fransayê , diyar kir ew cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nikarin qebûl bikin û xwest ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.

&- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ronahî Botanê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li 15 bajaran çalakî kirin.

&- Konseya Ewropayê carekî din daxwaza azadkirina Selahattîn Demîrtaş kir.

&- Dewleta Tirk plan dike ku piştî Lîbya û Qerebaxê çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê yên bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê ne, li Heftanînê bi cih bike.