Ji Dewreya Şehîd Bêrîvan a Akademiya Asayîşa Êzîdxanê 24 şervanên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn. Şervanên nû yên beşdarî Asayîşa Êzîdxanê ji Şengal û Başîka ne. Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Dewreya Asayîşê Êzîdxanê mehekê berdewam kir. Di nava mehekê de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xwepastinê perwerde hate dayîn.
Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê Ibêd Şengalî axivî û got; “Roj bi roj hêzên me zêde dibin û xwe bi rêxistin dikin. Pêwîste kesên beşdarî wê dewreyê bûne, li gor qanûnên Asayîşa Êzîdxanê tevbigerin, ji ber ku niha çavê gelê me li me ye û gerek em ji bo parastina wan tim û dayîm amade bin. Em li tevahiya Şengalê cihê xwe digirin. Divê em xwe ji bo parastina Til Izêrê amade bikin.”
Şengalî, dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û got; “Em dewereya we ya serketî pîroz dikin û em bi hêvîne hûn bibin bersiva tevahî pirsgirêkên ku di nava gel de der dikevin.”
Piştre şervanên nû soza xwe dan û beşdarî nava refên Asayîşa Êzidîxanê bûn.
Piştî soz dan merasîmê bi gerandina govendê bi dawî bû.