Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 25 Adarê 2021ê, PÊNCŞEMÎ
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
& – Prof. Norman Paech destnîşan kir û hişyar kir ku Ewlekariya jiyana Abdullah Ocalan nebe, nabe
&- Parêzer Rezan Sarica, ji bo derbaskirina fikar û gumanên têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan bang li CPT’iyê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne
&- Fermandariya Eyaleta Heftanînê kesên ku li Heftanînê di çêkirina rêyên leşkerî de kar dikin, careke din hişyar kir.
&- CDK-F ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê ya ku rêveberên dewletê weke ‘sira dewletê’ îfade kirin, li pêşiya Wezareta Edaletê ya Fransa çalakiyek kirin.