Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 25ê Nîsanê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….
&- Piştî ku li Gebze û Qoserê polîsan êrîşî dayikan kir, gerîlla jî çalakiyên tolhildanê lidarxist û 14 leşker hatin kuştin.
&- Waliyê Tirk yê li Çewlikê, li navend û 7 navçeyên Çewlikê, bi giştî li 23ê herêm û qadên cûda qedexeya derketina derve 15 rojên din jî dirêj kir.
&- Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir ku em baş dizanin ku dewlet pir ji dengê jinê ditirse.
&- Zekiye Başak ku keça wê Ayfer Başak 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku ew derbarê zarokên xwe û hevalên wan de bi fikarin û bang li gel kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.
&- Li Stenbolê polîsan êrîşî girseya ku îstîsmarkirna zarokan şermezar dikirin.
&- Dr. Antarîk Sarkîsyan ê ji Qamişloyê diyar kir, divê dinya Qirkirina Ermenan nas bike û got, “Ji ber ku înkarkirina vê dozê ji komkujiyê bêhtir mirovan diêşîne.”