Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25’ê Îlonê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li bajarê Brîghton ê Îngîlîstanê ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan re çalakî tên lidar xistin.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, derbarê gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got; Erdogan dixwaze li herêmê navendeke terorê ava bike.
&- HPGê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de 2 jê, payebilind, bi giştî 15 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
&- Li Edenê li dijî otobûsa servîsa polîsan çalakiyeke bombeyî pêk hat, di çalakiyê de gelek polîs mirin û birîndar bûn.
&- Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şirnex Hezexê û li bejahiya navçeya Colemêrg Geverê operasyon da destpêkirin.
& -Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, li ser hevdîtinên li Imraliyê û destûra serdana parêzeran bi Rêber Ocalan re got,
Rêjîma Tirk her gav ji bo berjewendiyên xwe destûra hevdîtinan dida. Ji ber ku berjwendiyên wan bi cih nehatin, hevdîtinên bi rêber Apo re qut kirin.
&- Seroka ÎHD’a Enqerê Nûray Çevîrmen diyar kir ku, li girtîgehên Anatolya Navîn 116 girtiyên nexweş hene û rewşa 23 girtiyên nexweş giran e ku nabe li girtîgehê bên hiştin.
&-Berxwedana Dayikên Aştiyê yên li Mexmûrê di roja 26mîn de dewam dike.
&- Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê, Aldar Xelîl, dazanîn ku destûra bingehîn ya Suriye, divê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan were amade kirin.
&- Dadgeriya Tirk , weşanên 8 qanalên televîzyonan, li Girtîgeha Wanê Tîpe F, qedexe kir.