Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25’ê Cotmehê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku wan ji bilî agirbestê, ti tifaqa ni navbera Amerîka û Tirkiyê de qebûl nekiriye.
&- Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê Bêrîtan û şehîdên Cotmehê bi bîr anî
&- Hêzên gerîlla li Qersê çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encama çalakiyê de 15 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
&- Mijara dagirkirina Rojava di rojeva Parlamentoya Ewrûpayê de jî bi rengekê berfireh cîh girt û Parlementerên Ewrûpî xwestin dewleta Tirk ji xaka Rojava derkevin û ji ber sûçê kirine were cezakirin.
&-Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da û diyar kir ku Tirkiyê di nava mercên şer de penaberên Sûriye dersînor kirine.