Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê Mijdarê 2020 ÇARŞEM,
Li Brûkselê saet 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku zor û zehmetî ji bo PKK’ê sedema têkoşînê ye

&- Dîl rehîneyên PKKyî û PAJKî yên li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, diyar kirin ku ewê 27ê Mijdarê salvegera PKKê de, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bê dem dikin.

&- Hêzên çekdar ên PDKê doh li herêma Metîna yê 2 bendên kontrolê ava kirin.

&- Navenda Ragihandina QSD’ê destnîşan kir ku, di şerê li Eyn Îsa de serçete jî di nav de 18 çete hatine kuştin.