Prêzerên Swêdî daxuyanî li ser malpera “etc.se” weşandin û gotin:

“Ji ber ku têkiliyên navneteweyî yên bi Tirkiyê re, li Swêdê jî çewisandineke siyasî ya li ser Kurdan zêde bûye û polîsên ewlekariyê jî sînoran nasnakin.

Divê zilma siyasî li ser Kurdan, sazî û komeleyên Kurdan tê meşandin bi dawî bibe.

Tundî suc e û hiquqê Swêd vê yekê qebûl nake.

Tirkiye welatekî ku binpêkirina peymanên mafên mirova û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa nasnakê ye.

Gelek caran jî hatiye mehkûm kirin.

Tirkiyê bi awayekî keyfî bi hezaran parêzer, rojnamevan û siyasetmedaran digire û diavêje zindanan.

Swêd nikare bi gotina Tirkiye hareket bike.

Dezgeha Ewlekariya Swêdê, li ser daxwaza Tikriyê li dijî Kurdên li Swêdê zextek giran dike.

Ev kiryar bi taybetî di salên dawî de li Swêdê zêde bûne.

Ev şerm e û em bifikirin ka Swêd ber bi paş ve diçe û hiquqa Swêd tune dikin.

Tirkiyê her Kurdê ku bixwaze nasnameya xwe bi dest bixe, weke terorîst û sempatîzanê PKK’ê binav dike û digire.

Sêwed nikare bi vî rengî tevbigere.

Sweêd runiştina penaberên Kurd dirêj nake û wan dersînor dike.

Hesabên bankayên saziyên Kurdan tên astengkirin, ciwanên Kurd yên li kar digerin piştî lêpirsîna ewlekariyê nikarin pêvajoya destûra kar bidomînin û parêzer jî dibin hedef.

Heta îro, PKK ji bo berjewendî û ewlekariya Swêdê nebûye tehdît. Rayedarên Swêdî jî ev îddîa nekirine.

Di sala 2017’an de piştî pêvajoya hiqûqî ya 11 salan, dadgeha Belçîkayê biryar da ku PKK’ê weke rêxistineke terorîst nayê qebûl kirin.

Kurd yek ji aktorên herî girîng yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir û li qada navneteweyî jî bi vî rengî dihatin nas kirin.

Swêd ji dêvla ku Kurdan bi guman û krîmînalîze bike, divê di navbera Kurdan û Tirkiyê de piştgiriyê bide pêvajoyeke nû ya aştiyê.

Krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên wan pirsgirêkê çareser nake, wajî vê, dike pirsgirêk.

Mafê her kesî heye ku bicive, xwepêşandanan bike û komeleyan damezrîne. Ev maf û azadiyên me yên bingehîn in.

Weke hiqûqnas û pisporên hiqûqî, erka me ya bingehîn ew e ku em mafên muwekîlên xwe biparêzin.

Berpirsiyariyek taybetî heye ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn ya li gorî Peymana Ewropa ya 1950’an, ji bo Parastina Mafên Mirov û Azadiyên Bingehîn biparêzin.

Divê parêzer di xebatên xwe de ji bo parastina maf û azadiyan têkoşinê bikin.

Kiryarên ku hêzên ewlehiyê li dijî Kurdan û saziyên Kurdan pêk tînin binpêkirina van maf û azadiyan e û ji ber vê yekê divê bên rawestandin.”