Li Hewlêr, navçeya Çemçemal a Silêmaniyê û bajarokê Teqteb bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li Hewlêrê bi beşdarbûna sedam rewşenbîr, aktîvîst, rojnameger û welatiyan bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, li ber Rêveberiya Pasaporta ya Hewlêrê meşek heta li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Li ber nûnertiya NY’ê, aktîvîsta jin Semîre Ebdulrehman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di demekî ku em bîranîna Roja Aştiya Cîhanê dikin, cîhan, Rojhilata Navîn û bi taybet Kurdistan di nava şer û aloziyên kûr de ye. Zihniyet û hişmendiya berjewendîperestiyê ya hêzên serdest ên cîhanê û zihnetiya faşîsma neteweyî, ol û mezhebî li ser civakê pêk tê. Jiyan li mirovah kiriye dûjeh.”
Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azad kirin û wiha tê destnîşan kirin; “Proje û nexşerêyên Ocalan ne tenê ji bo çareserkirina bi aştiyane ya pirsgirêka gelê Kurd û gelê herêmê ye. Ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên cîhanê yên kûr bûne ye. Rêyekî gelek girînge ji bo çareseriyê. Ger bîr, nêrîn û îsyatîfa Ocalan cidî bigirtiyan wê îro ev krîz û destwerdan li cîhanê nebûya.”
Teqteq
Li Parka Şehîd Faxir Talebanî ya bajarokê Teqteq a ser bi navçeya Koyê ya Hewlêrê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Endamê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Bextiyar Emîn daxuyanî xwend û got; “Ji bo watekirina gotina ‘Ji aştiyê û azadiyê tiştek bi rûmettir nîne’ divê em hemû di Roja Aştiya Cîhanê têkoşîna aştîxwaz û mirovahiyê xurt bikin. Aştî û jiyana bi hev re bikin çeka herî bi dandor a li hemberî faşîsmê.”
Çemçemal
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê di çalakiya 1’ê Îlonê ya Roja Aştiya Cîhanê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi boneya 1’ê Îlonê ya Roja Aştiya Cîhanê Encûmena Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan ji aliyê Hogir Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Herwiha hate diyar kirin ku tecrîda li hemberî Ocalan hatiye girankirin.
Hewlêr