Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê Çile 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Serlêdana Parêzerên Rêber Ocalan û Girtiyên din ên li Îmraliyê dîsa hate redkirin.
&- Tifaqa Azad a Ewropayê EFA bal kişand ser grevên birçîbûnê ku 60 roj in didome û bang li dewleta Tirk kir ku tavilê tecrîda li ser Rêber Apo dawî bike û girtiyên siyasî hemû serbest berde.
&- Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bagokê dest bi tevgereke leşkerî kir, li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû û kesek hate binçavkirin. Li bejahîya navçeya Muş Gimgimê arteşa Tirk ya dagirker destpê tevgera leşkerî kir.
&- Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad, têkildarî serdana Hûlûsî Akar û Yaşar Guler diyar kir ku agahî gihîştiye ber destê wan ku Tirkiye ji Iraqê daxwaza operasyona li dijî Şengalê kiriye.
&- Konvoya, artêşa Tirk ya dagirker û MÎT’ê, li ser sînorê bajarê Dêrikê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakurê Suriye derkete keşfê.