Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 26ê Sibatê, 2021ê, În
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Pêngava Dem Dema Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, li ewropayê gîhîşt qonaxeke din.
&-Ji bo bi dawî-anîna tecrîda li ser Rêber APO û pêkanîna azadiya wî, li bajarê Bîel a Swîsreyê name ji Sekreteriya Giştî ya Netewê Yekbûyî re hate şandin.
&- Li gelek navçeyên Mêrdînê ciwan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin.
&- Çalekiyên di çarçoveya kampanya “100 Sedem, 100 hezar îmze” li bajarên cûda yên welatên Ewropa devam dikin.
&- TJK-Ewropayê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li jinan hemûyan kir ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê derkevin