Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 26ê Adarê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00, li Brûkselê 12.00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaza kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Walîtiya Tirk ya li Çewlikê, li navend û navçeyên Hosenek, Dara Hênê, Solhan, Conek, Kêxî, Kanîreş, Cêrmê û 21 herêman, derketina derve qedexe kir.

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 139an.

&- Navenda Ragihandina HPGê, 3 gerîllayên ku di sala 2017an de, li herêmên Parastina Medya şehîd bûne, bi bîr anî.

&- Cenazeyê Medya Çinar doh, dibin dorpêça leşker û polîsên dewleta AKPê de, li Qoserê gundê Mergîk hate veşartin.

&- Ji bo Ugur Şakar, ÎRO piştî nîvro li Elmanya bajarê Neussê merasîma cenaze pêk tê.

&- Li Arjantîn, Berlîn, Amed û Stembolê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin pêkanîn.

&- Xelkê Ereb ê li Şingalê dimînin, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin.