Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 26 Adarê 2021ê, ÎN
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser qûtkirina axaftina bi telefonê ya bi Rêber APO re daxuyanî da û got, hevdîtina malbatan hatiye qûtkirin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo, encama pîrozbahiyên Newrozê û vekişîna Tirkiyê ji peymana tenbolê daxuyaniyek da..
&- KCDK-E û TJK-E li ser axaftina bi telefonê ya bi Rêber Ocalan daxuyanî dan û gotin; Em ê ji bo Rêber Apo li her derê li ser piyan bin û qiyametê rakin.
&- Saziyên Êzidiyan yên li Ewropa ragihandin ku di 27 û 29’ê Adarê de wê li ber Sefaretxaneyên Iraqê yên li Ewropa çalekî werin pêkanîn.
&- 69 endamên Parlementoya Ewropayê nameyek ji rayedarên Yekîtiya Ewropa re şandin û diyar kirin ku Tirkiye di asta dîktatoriyê de ye.